Navenda “E’dil” ya mafên mirov, bangewaziyek ji bo diyarkirina çarenivîsa çalakvanê gênc Emîr Hamid da, û bêseruşûnkirina wî şermezar kir û daxwaza diyarkirina çarenivîs û serbestberdana wî bilez kir, herwiha diyardeya revandin û wendakirina hemwelatiyan bi awayekî giştî şermezar kir, çi yên hatine berdan û yên nehatine berdan û yên bêseruşûn û hêjî çarenivîsa wan nehatiye eşkerekirin, û navenda navhatî dît ku berdewamiya veşartina wan û qutkirina pêwendî û têkiliyan ligel wan û nezanîna çarenivîsa wan, dibe gefxwarineke eşkere li ser jiyana wan, û navendê daxwaza diyarkirina çarenivîs û serbestberdana wan bi awayekî bilez û bê qeyd û merc kir, çi ji aliyê desthilatê ve yan jî ji aliyin din ve hatibin girtin.
Navendê dazanîn ku hemû kiryarên revandinê û bêseruşûnkirina neçarî û girtina hemwelatiyên Sûriyê bi awayekî giştî, cihê şermezarkirin û tuhmetbarkirinê ne.
Navendê nîgeraniya xwe li hember çarenivîsa wan nîşanda, û daxwaz ji aliyên mîrî û nemîrî yên ku karê girtin û revandin û veşartinê dikin kir, ku dest ji van kiryarên xwe yên neyasayî berdin, yên berovajî sercem rêkeftin û belgenameyên navdewletî yên taybet bi vê yekê ne.
Herwiha Navendê diyar kir ku diyardeya revandin û wendakirina neçarî, dikeve li jêr xana binpêkirina mafê azadiya çalakî û karê siyasî û medenî, herwiha li dijî mafê azadiya raderbirînê û jiyanê ye, ku dijwartirîn û mezintirîn binpêkirina mafên mirov tê zanîn, û bi awayekî rasterast dibe gef li ser piransîp û rewiştên mirovî yên takekesî, ku dibe hokarê peydabûna encamên nerênî li ser qurbaniyan û malbat û kesukarên wan bi taybetî û li ser civakê bi awayekî giştî, û ziyanan digihîne xêzan û civakê bi tevayî.
Hêjayê gotinê ye ku Emîr Hamid xudan xêzan e û bavê çar keçan e û ew malxuyê wan bitenê ye.
Emîr Hamid her ji roja 11 çilê paşî 2014 an hatiye revandin û hêjî çarenivîsa wî nediyar e, û endamê rêxistina niştimanî ya ciwanên kurd “Siz” e, jidayikbûyê 26.04.1977’an e, û ji gundê Çetelê yê bi ser devera Dirbêsiyê ve ye, yê li parêzgeha Hisiça ye, ku ji aliyê girûpeke rûnixumandî hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar hatiye birin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî