Hin çalakvanên xwecihî li gundewarê bakur yê Idlibê amaje bi wê yekê kirin, ku 1100 malbat zehmetiya buhabûna madeya nan li kampên Til-Keramê li nêzîkî Sermeda dibînin, ev yek jî piştî rawestandina piştevaniyê ji berya meh û nîvekê ve ji aliyekî ve, ku ew made bê beramber belav dikir.
Niştecihên wan kampan daxwaz ji aliyên berpirs li deverê kirin ku çareseriyekê ji wan re bibînin û alîkariyê pêşkêşî wan malbatan bikin, ku karîna wan ya kirîna madeya nan nîn e piştî ku alîkariya ji aliyê yek ji rêxistinan hate rawestandin.
Bi dehan malbat li wan kampan zehmetiya buhabûna nirxê madeya nan dibînin û nikarin hewcedariya xwe ya rojane ji wê madeyê bikirin,ji ber ku tevahiya malbatan hejar in û jêdera debara wan nîn e ku karibin hewcedariyên xwe bikirin di vê rewşa zehmet û bi hatina werzê Zivistanê.
Tê zanîn ku tevahiya malbatên niştecihên van kampan ji gund û bajarokên Gundewarê Hema yê rojhilat û bakurê rojhilat û Gundewarê Sincar û Gundewarê Helebê yê başûr in, ku berya salekê koçber bûne,ew jî piştî kontrolkirina rejîma Esed ji wan deveran re, hevdem ligel rewşeke mirovî ya xerab.
Kampên Keramê yên li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê duyem mezintirîn kombûnên kampan e li bakurê Sûriyê, ku di sala 2013an de hatine avakirin, û derdora 64 kampan li xwe digre, û hejmara welatiyan li her kampekê zêdetirî 53 Hezar kesî ye, û xizmetguzarî li vê komelgehê xerab e, li ser asta xwendin û tenduristî û xizmetguzariyên giştî.
Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.