Neşet Zaza, endamê mekteba siyasî ya Partiya Dîmuqrat a Kurdistanî – Sûriya, di hevpeyvînekê de li gel malpera me diyar kir kû rewşa devera Kurdî li Sûriyê ne cuda ye ji rewşa tevaya Sûriyê, û sedema sereke ji vê rewşê re vegerand siyaseta rêjîma Efleqî ango “rêjîma Bees” ya ku ji mêj ve hewl dide ku gendeliya siyasî û rêveberî li welat bi tevayî peyda bike, bi kuştin û xwînrijandin û koçberkirinê, da ku dîmografiya welat bi tevayî biguhere û bi tenê desthilat bimîne.
Zaza berdewam kir û got “Di heman demê de li devera Kurdî Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD, wê rêbazê bikar tîne û heman siyastê li deverên Kurdî cîbicî dike bi heman şêweyî“.
Li ser helwesta ENKS beramber vê rewşê, Zaza diyar kir kû Derbarê vê yekê ENKS li hember ezmûneke mezine û pêwîste ku di vê qonaxa hestiyar de guhertineke mezin di nava xwe de çêke, tevî ku serkeftinên mezin bi dest xistiye lê divê guhertinin din cîbicî bike da ku li gel hêzên din yên ji bo guhertinan û avakirina dewletek dîmuqrat, azad, yasayî hevkar be. Zaza got ku ENKS mîna hêzên Sûrî yên din nikarîbû li hember pirojeyên rêjîmê raweste, lê bi guhertinê bi tenê wê karibe tiştekî ji herêmê re bike.
Û li ser liv û tevgera diblomasî ya kû piştî kongirê Esîtana dibe, û asoyên çareseriyê ji kêşeya Sûriyê re li Cinêv 4, Zaza got: ev liv û tevgra diblomasî bi vê coşa mezin wê nikaribe çareseriyeke giştî ji kirîza Sûrî re peyda bike ji ber ku pirojeyeke siyasî zelal ku gerentiyê bide hemû pêkhateyên netewî û olî li cem herdû aliyên kirîza Sûrî peyda nabe, û Ji hêleke din ve bercewendiyên dewletên mezin û yên herêmî ta vê demê bi cî ne hatine, lewma ew dewlet ji bo çareseriya giştî ne amade ne, û her layenek wê ji bo pareke mezintir di Sûriya nû de kar bike, ji ber van sedeman ti çareseriyên giştî di vê qunaxê de peyda nabin.
Li ser vekirina dergehê xwebexşkirinê di nav refên Pêşmergeyên Roj de û derbasbûna wan bo deverên kurdî li Sûriyê û heger wê ev hêz bibe beşek ji artêşa azad yan jî artêşek niştimanî , endamê mekteba siyasî ya partiya Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya Neşet Zaza got: xwebexşkirina di nav refên pêşmergeyan de ji demeke dirêj ve heye, lê di dema dawî de deriyê ofîsên ENKS û partiyên wê li ber tomarkirina navê ciwanên kurd di nav refên Pêşmergeyan de, bi serpereştiya hikûmeta herêma Kurdistanê û serok Barzanî vebûye, bê guman ev hêza Pêşmergeyên Roj ji sê salan ve heye û di şerê terora DAIŞ de beşdar e, sebaret derbasbûna wan bo deverên Kurdî li Sûriyê, bê guman wê ew hêz derbas bibe ji ber ku ji ciwanên Kurd yên Sûrî pêk tê, lê ez nikarim dema derbasbûnê destnîşan bikim, û herwiha tevlîbûna wan di nav hêzên rikberiyê de ev dimîne girêdayî bi guhertinên ciyosiyasî û lihevkirinên siyasî ve, derbarê Sûriyê û herêmê bi giştî.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê