Thursday, 12 October 2017 17:32

Netewên Yekbûyî: 13 Milyon Sivîl li Hindirê Sûrî Pêdiviya Wan bi Alîkariyan Heye

Hevrêzkarê Netewên Yekbûyî yê herêmî yê karûbarê mirovî li Sûriyê, Banos Motzîs, anî ziman ko 13 milyon sivîlên Sûrî hewcedarî alîkarî û hawarhatinê ne, û daraya berdest bo alîkariyan tenê têra 35% ji hejmara hewcedaran dike.

Hevrêzkarê navnetewî di kongirekî rojnamevanî de duh çarşembê destnîşan kir ko serdana wî ya Istanbulê bi amanca “danîna planan û hevrêziya karê mirovî li Sûriyê ye, her weha amadekirina  operasiyonên hawarhatina mirovî ya sala 2018an, ”û daxwaza parastina karmendên di biwara karê mirovî de kir, û bi taybetî yên li dibistanan û navendên sivîl û navendên avê, û parastina sivîlan.

Motzîs daxwaz ji hemû aliyan kir ko “rê bidin bo ew karibin bigihên hemû herêmên Sûriyê û bi taybetî ji bo alîkariya kesên pêdiviya wan bi alîkariyan heye, û ji wan jî 2.9 milyon jin û zarokên li herêmên ko gihaştina wan dijwar e, û ji nav wan jî 400 hezar kesên li herêmên dorpêçkirî”.

Destnîşan kir ko “8 hezar kes li Reqa di rewşeke pir aloz de dijîn û xelk ji Dêrazorê jî derbider dibin.”

Hevrêzkarê navnetewî derbarê werzê zivistana dahatî û amadekariyên rêkxistinê got: “amadekarî ji bo zivistanê giring e, û ew ê nêzîk pêdiviyên herêmên çiyayî û herêmên gihiştina wan dijwar amade bikin.” Û bal kêşand ser ko arîşeya herî zehmet kêmbûna piştgiriya darayî ye.

Komîta navdewletî ya xaça sor berê gotibû ku ew nîgeran e derbarê pevçûnên ko li çend herêmên Sûriyê çêdibin, û ketina qurbaniyan ji penaberên kampan, û komîtê salixa wê da û got : " ji şerê Helebê yê 2016 de, ev xerabtirîn rewş e", û got ko heyva eylûla borî ya herî bêtir bû ji aliyê ketina qurbaniyan ji sivîlan li Dêra zorê û Idlib û Reqayê.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Netewên Yekbûyî: 13 Milyon Sivîl li Hindirê Sûrî Pêdiviya Wan bi Alîkariyan Heye