Hevrêzkarê Netewên Yekbûyî yê herêmî yê karûbarê mirovî li Sûriyê, Banos Motzîs, anî ziman ko 13 milyon sivîlên Sûrî hewcedarî alîkarî û hawarhatinê ne, û daraya berdest bo alîkariyan tenê têra 35% ji hejmara hewcedaran dike.
Hevrêzkarê navnetewî di kongirekî rojnamevanî de duh çarşembê destnîşan kir ko serdana wî ya Istanbulê bi amanca “danîna planan û hevrêziya karê mirovî li Sûriyê ye, her weha amadekirina operasiyonên hawarhatina mirovî ya sala 2018an, ”û daxwaza parastina karmendên di biwara karê mirovî de kir, û bi taybetî yên li dibistanan û navendên sivîl û navendên avê, û parastina sivîlan.
Motzîs daxwaz ji hemû aliyan kir ko “rê bidin bo ew karibin bigihên hemû herêmên Sûriyê û bi taybetî ji bo alîkariya kesên pêdiviya wan bi alîkariyan heye, û ji wan jî 2.9 milyon jin û zarokên li herêmên ko gihaştina wan dijwar e, û ji nav wan jî 400 hezar kesên li herêmên dorpêçkirî”.
Destnîşan kir ko “8 hezar kes li Reqa di rewşeke pir aloz de dijîn û xelk ji Dêrazorê jî derbider dibin.”
Hevrêzkarê navnetewî derbarê werzê zivistana dahatî û amadekariyên rêkxistinê got: “amadekarî ji bo zivistanê giring e, û ew ê nêzîk pêdiviyên herêmên çiyayî û herêmên gihiştina wan dijwar amade bikin.” Û bal kêşand ser ko arîşeya herî zehmet kêmbûna piştgiriya darayî ye.
Komîta navdewletî ya xaça sor berê gotibû ku ew nîgeran e derbarê pevçûnên ko li çend herêmên Sûriyê çêdibin, û ketina qurbaniyan ji penaberên kampan, û komîtê salixa wê da û got : ” ji şerê Helebê yê 2016 de, ev xerabtirîn rewş e”, û got ko heyva eylûla borî ya herî bêtir bû ji aliyê ketina qurbaniyan ji sivîlan li Dêra zorê û Idlib û Reqayê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans