Komîseriya bilind ya Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên penaberan (UNHCR) li Beyrûtê, texmîn kir ku hejmara welatiyên sûrî yên ziyan gihaye wan; ji encama lehiyan li kampên penaberan li Libnanê, gihiştiye 50 hezar penaberên Sûrî yên ku di 850 kampên nefermî de dijîn.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, berpirsa beşê ragihandinê ya karûbarên penaberan Hîba Faris got: “ku Komîsyonê serdana malbatên penaberan kiriye, ji bo nirxandina rewşa wan û pêşkêşkirina alîkariyên berdest”, û bal kişand ku şapa baranê ketiye di nav konên penaberan de, û hin penaber neçar mane biçin konê cîranan yan jî xizmên xwe, û da zanîn ku rewş gelekî zehmet e”.
Wê diyar kir ku Komîteya Bilind ya Penaberan ya Netewên Yekbûyî (UNHCR) hewl dide ku alîkarî û pêdivîyên sereke ji bo penaberan pêşkêş bike, û ji wan re cihên alternatîf bi hevkariya hevparên xwe û Wezareta Karûbarên Civakî ya Libnanê dabîn bike, ji bo malbatên nikarin di konên xwe de bidomînin.
UNHCR ji bo dabînkirina pêdiviyên mirovî ji bo alîkariya penaberên Sûrî li herdu salên 2019-2020, bang li civaka navnetewî kir ji bo peydakirina 5.5 milyar dolaran, ji bo pêşkêşkirina hewcedariyên mirovî ji bo penaberên Sûrî li welatên cîran.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê jî bang li civaka navnetewî û rêxistinên mirovî li seranserê cîhanê kiriye, ji bo rizgarkirina penaberên Sûrî li Libnanê, û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina piştgiriya pêwîst ji bo penaberên Sûrî li kampên li Libnanê kiribû.
Tê zanîn ku ji ber ku Libnan îsal rastî şepoleke sermayê ya xurt bi navê “Norma” dibe, û rasterast kampên penaberên Sûrî bi awayekî mezin rastî bahoz û bagereke mezin hat, û gelek kon di bin berfê de man, û bilindahiya berfê li ser konên Arsal gihişt 30 santîmetran.
li gorî amarên Komîseriya Bilind ya karûbarên penaberan ya Netewên Yekbûyî(UNHCR), zêdetir ji yek milyon penaberên Sûrî li Libnanê dijîn, ku bi piranî li kampên li ser sînor in, û di mercên jiyanê yên pir xirab de dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê