Di vekolînekê de ku Netewên Yekbûyî sala 2017 çêkiriye de hatiye ku 58 % ji malbatên penaberên Sûrî li Libnanê di binya hêla feqîriyê de dijîn.
Û her weha wê vekolînê got ku rêjeya malbatên di bin hêla feqîriyê de dijîn giha 76%, û diyar kir ku bêhtir ji nîvê penaberên Sûrî li Libnanê ji her demeke bûrî lawaztir bûne.
Û nûnera karsiparteya bala ya Netewên Yekbûyî li Libnanê, Mîray Cîrar, got ku panaberên Sûrî li ber xwe didin tenê ji bo ji nêza nemirin.
Û diyar kir ku eger piştgirî û alîkarî bi berdewamî bi wan re nebe, wê rewşa wan kambaxtir bibe, bi taybetî di demsala zivistanî de, ji ber zêdebûna dijwariya jiyanê ji ber tundbûna seqayê.
Û ji hêla xwe de, nûnera rêxistina Netewên Yekbûyî ya zaroktiyê UNICEF a li Libnanê, Tanya Şabwîza, bal kişand ser ku “ tiştê me pir dilgiran dike pirbûna hejariyê ye, ji ber ew bi rengekî dîrekt bandora xwe li ser mafê zarokan yê hîndarî û perwerdeyê dike”.
Û desteya danûstandinan a Sûrî di 9 vê heyvê de, daxwaz ji Netewên Yekbşyî kir ji bo zû destêwerdanê di kampa Ersal ya Penaberên Sûrî li Libnanê de bikin, û alîkariyan ji penaberan re pêşkêş bikin ji ber rewşa mirovî ya dijwar ya ku tê de dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî