Rêkxistina navdewletî ya Netewên Yekbûyî ya guhdana zarokan (UNICEF) diyar kir ko 2.1 milyon zarokên Sûrî ji xwendinê dûrketine li Sûriyê. Piştî rojekê ji pirotestokirina wê ji amanckirina Rûsya ji hejmarek zarokên bajarokê Zerdena li gundewarê Idlib re.
Rêkxistinê got ku sedema neçûna vê hejmara mezin ya zarokan bo dibistanê ew e, operasiyonên bombebaranê û pevçûnên ko li welat ji heft salan ve çêdibin.
Û diyar kir ko yên xwendina xwe dikin û diçin ezmûnên xwe yên giştî; dikevin ber jêpirsînê li ser rêbendên leşkerî yên ko rêjîma Esed danîne, û bêtir got ku wan êrîşên li ser 347 dibistanan û karmendên biwarê fêrkirinê ji sala 2011ê de piştrast kirine.
Raportê destnîşan kir ko bêtir ji nîvê zarokên Sûrî yên penaber li derveyî dibistanan in, û neçarin kar bikin bo berdewamkirina jiyana xwe, an bi sedema guhastina malbatê ya berdewam, an jî nikarin mesrefa çûnûhatinê bidin.
Kuştara ko firokên Rûsî li bajarokê Zerdena li gundewarê Idlib pêk anîne, 13 zarok bi kêmanî şehîd kirine, Xîret Kabalarî birêveberê herêmî yê rêkxistina Netewên Yekgirtî ya guhdana zarokan li rojhilata navîn got: “Ev bûyerên cihê mixabiniyê diyar dikin ku cenga dijî zarokên Sûriyê bi çi cûreyî bidawî nehatiye”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî