Newaf Reşîd berpirsê nû yê nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî li Herêma Kurdistanê bal kişand ku mijara çareseriyê li Sûriyê girêdayî ye bi civaka navdewletî û berjewendên wan ve, û ne giring e ku pêşbîniyê li ser Cinêv7 bikin, biqasî giringiya berdewamiya lêgerîn û hewlên ji bo dîtina çareseriyek siyasî li Sûriyê ku bi yekcarî vî şer û kuştinê û wêrankariyê bi dawî bîne, û aştî li Sûriyake demokrat û sivîl û nenavendî berqirar bibe, û hemû pêkhateyên Sûriyê bi mafên xwe yên tekûz şad bibin.
Reşîd tekez kir ku çareserî li Sûriyê ji destê xelkê Sûriyê derketiye, û çareserî li Sûriyê peyda nabe di dema ku dewletên zilhêz yariyan û destêwerdanê di rewşa Sûriyê de dikin, ku hêjî nakokin û daxwaz û berjewendiyên wan nehatine bicihkirin, û Sûriya bûye qada bazarên navdewletî.
Û derbarê nûçeya rêkeftinekê di navbera Rûsiya û PYDê de li ser Efrînê ku çend nûçe li ser vê rêkeftinê ji aliyê çend kenalên ragihandinê hatibûn belavkirin, Reşîd diyar kir ku her ji destpêka şoreşa Sûriyê bi awayekî aşkere hatiye xuyakirin ku Rûsiya piştgiriya Rijêmê û hevalbendên wê dike, û PYDê hevalbendê Rijêmê û di navbera herdu aliyan de hevpeymanî û rêkeftin hene derbarê paşerojê, ji ber vê yekê ez seyr nabînim ku rêkeftinek wisa hatiye ji bo dabeşkirina navçeyan û nemaze ku me sînariyoyek wisa li destpêka şoreşê dît di dema ku Rijêm bi radestkirina navçeya kurdî bo PYDê rabû, ji bo xwe val bike ji bo navçeyên din, ku PYDê dûvelankê Rijêma Sûriyê ye û bi parastina berjewendiyên wê radibe, û tiştek siruştî ye ku li jêr fermana Rûsiya be ewjî wek hizbulah û çendîn aliyên leşkerî yên ji bo berjewendiya rijêma Sûriyê û Rûsiya kar dikin.
Hêjayê gotinê ye ku Newaf Reşîd roja çarşemê 13-7-2017 di civîneka nûnertiyê de wek berpirsyar ji bo nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê hat helbijartin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê