Raporteke mafnasiyê ya nû li ser nîşandekin wênekirî derbarê êrîşa kîmawî li ser bajarê Dûma li gundewarê Şamê, raportê wêne û vîdyo şirove kirine ko wek gotina dîdevanan derketiye, û diyar bûye ko di pileyeke diristiyê ya bilind de ne.
Raporta Toreya Sûriyê ya mafê mirovan çekên li wir hatine dîtin û yê rêjîmê ber hev kirine, diyar bûye ko bûyer du êrîşên kîmawî bi bermîlên teqîner in, li ser bakurê bajarê Dûma di roja 7ê nîsana borî de pêk anîne, û raportê dûrbûna di navbera herdu cihan de bi 300 mitrî texmîn kiriye.
Raportê di êrîşa yekem de birîndarkirina 15 kesan bi nîşanên xendiqandinê belgeh kiriye, û 41 kes di êrîşa duyem de ji nav wana 12 zarok û 15 jin xemdiqîne û nêzîk 550 kesan birîndar bûne.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko pêkanîna rêjîma Esed tawankariyên kîmawî bi dehên caran di dema şoreşê de nema hewcedarî nîşanan e, û ew tawankariyên cengê ne, divê bi wan bête sizakirin.
Raporta toreyê dibîne ko herdu êrîşên kîmawî yên Dûma bo fişarê bide niştecihan da bi mercên Rûsan bikin, û xelk derbider bibin.
Raport dibîne ko herdu êrîşên li ser Dûma beraberiya rêjîma Esed ji civaka navdewletî û encûmena ewlehiya navdewletî re ne, raportê diyar kir ko êrîş piştî 72 demjimêran ji civîna encûmena ewlehiyê pêk hatine, civîn bi xwe derbarê çekên kîmawî û çavdêriya biryara 2118 û rêkeftina salane ya derbeya Emerîkî li ser firokxana Elşueyrat ya bargeha leşkerî ya berpirsiyar di ber êrîşa Xan Şêxûn nîsana 2017ê bû.
Her weha raportê anî ziman ko êrîşa Emerîkî nikarîbû sivîlên bi xendiqandinê dimrin biparêze, çimkî rêjîmê 13 êrîşên kîmawî piştî êrîşa Xan Şêxûn pêk anîne, û raportê pirsiyar kir: ‘’Va em dibînin ku êrîşên Emerîkî, Firensî û Birîtanî dijî rêjêmê pêk tên, û dibêjin ko wan karînên rêjîmê yên kîmawî amanc kirine. Gelo emê çend êrîşên kîmawî piştî evê derbeyê bibînin? ‘’
Raportê tekez kir ko rêjîma Esed ne kêmî 216 êrîşên kîmawî li ser tevaya xaka Sûriyê pêk anîne, ko bûne sedema şehîdketina 1461 kesan bi kêmanî, ji nav wan 185 zarok û 252 jin hebûn, û nekêmî 7469 kesan birîndar bûne.
Raportê diyar kir ko rêjîma Esed encûmena ewlehiyê riswa kir, dema biryara 2118 binpê kir, û nêzîk 183 êrîşên kîmawî û 114 êrîş piştî derçûna biryara 2209an bûn, û nêzîk 58 êrîş piştî biryara 2235 pêk anîne.
Li ser berpirsiyariya Rûsya di ber êrîşê de, raportê got: ‘’ Rûsya endama herdemî ya encûmena ewlehiyê ye peyapey derew kirine ji bo bi êrîşê mukur neyê, û daxuyaniyên Rûsî dijberî hev in, û kûrbûna qeyrana Rûsî diyar dike, dema dixwaze hevpeymanê xwe bêguneh bike. ‘’
Toreyê nîşan da ku Rûsya pêkanîna êrîşê red dike, û tekez kir ko hemû nîşandek û wêne û kurtevîdyo li cem Rûsya şano ne, û carna şoreşgeran bi pêkanîna wan êrîşan tawanbar dike.
Raportê destnîşan kir ko hêzên Esed û Rûsya karê komîta vekolînê asteng kirine, û hêzên Rûsî çûne cihê êrîşê û ji bo nîşanan veşêrin, û di pey re Rûsya mafê redkirinê (vîto) bikar anî tako vekolîna navdewletî berpirsiyarên êrîşan diyar neke.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî