Navenda Laleş û Wezareta Pêşmerge, roja yekşemê 26 adara 2017 an, li bajarê Bilîfêld li Elmaniya, ahingeka rêzlêgirtinê lidar xist, ji bo rêzlêgirtina çend sazî û rêxistin û rewşenbîr û nivîskar û malbatên şehîdan.
Û Nûnertiya ENKSê li Ewropa bi şanadeka fermî bi serokatiya serokê xwe Rêzan Şêxmûs, û Sefiya Omer û Necah Hêvo û Welîd Hemo endamên Nûnertiya ENKSê beşdarî ahengê bû.
Aheng bi amadebûna bisedan ji kesayetiyên revenda kurdî û çend dezgeh û rêxistin û kesayetiyên rewşenbîrî û wêjeyî lidar ket, û têde Nûnertiya ENKSê ya Ewropa ji aliyê Wezareta pêşmerge hat xelatkirin, û serokê Nûnertiyê rêzdar Rêzan Şêxmûs xelat wergirt, û herwiha hejmarek ji dezgeh û rêxistin û kesayetiyên wêjeyî û rewşenbîrî xelat wergirtin.
Navenda Laleş ji aliyê xwe ve, ceneral Helkewt ji wezareta pêşmerge, û fermandarê pêşmerge Qasim Şeşo , ji bo rol û qehremaniya wan û berevaniya wan li Şingalê Xelat kirin.
Di ahengê de çend gotar û peyv ji aliyê wezareta pêşmerge û nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa û Navenda Laleş û fermandarê pêşmerge Qasimê Şeşo hatin pêşkêşkirin.
Herwiha di ahengê de filmek li ser rol û qehremaniya pêşmerge di berevaniya di ber gelê kurd û kurdistanê de li dijî rêxistina terorîst ya DAIŞê hat pêşkêşkirin.
Jêder: Beşê kurdî yê Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûrî