Nûnertiya ENKSê li Ewropa xwecihiya bakurê Elmaniya, roja yekşemê 16’ê tîrmehê, li bajarê Kêl, û bi amadebûna bi dehan ji revenda kurdî li navçeya Hamborg û Kêl yên Elmaniya, û bi amadebûna şanda serkirdayetiya nûnertiya Ewropa bi serokatiyê serokê wê Berzan Şêxmûs û Welîd Hemo serokê nivîsîngehên encûmenên xwecihî yên nûnertiyê, û berêz Hewas Egîd nûnerê ENKSê li Hevbendiyê û nûnerên çendîn partiyên kurdistanî, konfiransê xwe li dar xist.
Têde serokê nûnertiyê behsa rewşa siyasî ya giştî li Sûriyê û êş û azarên gelê kurd kir, yên bi sedema berdewamiya siyasetên terorîstî yên PYDê û milîsên wê di derheq ENKSê û serkirdeyên wê û partiyên wê de, bi revandin û şewtandina nivîsîngehên encûmenê û şandina bi hezaran keç û kurên kurdan li nav agirên şerên xwe yên nakevin di xizmeta berjewendiyên kurdî de.
Serokê nûnertiyê tekezî li ser giringiya karakirina encûmenên xwecihî li tevaya dewletên Ewropa kir, nemaze piştî koçberkirina bi hezaran ji kur û keçên gelê me ber bi Ewropa ve, û herwiha bangewaziyek da bo revenda kurdî ji bo cihên xwe bigirin û bi rola xwe rabin ji bo karakirina ENKSê, ji ber ku ew gerantiyek misoger û rasteqîne ji mafên gelê kurd li Sûriyê re ye.
Paş re berêz Hewas Egîd nûnerê ENKSê di Hevbendiyê de li ser pêşhatên dawiyê yên kongirê Cinêv 7 yê di navbera Opozisyonê û Rijêmê de û bi beşdariya ENKSê axivî, û tekez kir ku ENKSê wê berdewam bimîne di xebata xwe de li ser hemû astên siyasî û diblomasî, ji bo dabînkirina mafên netewî yên rewa yên gelê kurd li Sûriyê.
Herwiha ji aliyê nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê gotarek hat pêşkêşkirin û têde piştgiriya siyasetên ENKSê kir û behsa serdana serok Mesûd Berzanî bo Yekîtiya Ewropa kir, ya ji bo peydakirina amadekariyên rêfrandomê, ya biryar e li Herêma kurdistana Îraqê bête encamdan.
Li dawiyê çend kesayetî ji kesayetiyên kurdperwer yên serbixwe ji bo encûmena xwecihî li bakurê Elmaniya hatin helbijartin, ji bo beşdar bin ligel partiyên encûmenê ji bo karê hevbeş û aktîvkirina ENKSê li Ewropa.
Jêder: Beşê kurdî yê Ofîsa Ragihandina Hevbendiyê