Sê sivîl birîndar bûne û nexweşxana Elixlas ya zarokan li cebel Elzawiye li gundewarê Idlib yê başûr evro sibeha çarşemê ji xizmetê derket ji encama ko firokên cengê yên Rûsî ew bombebaran kirin.
Û ji ber bombebarana rasterast ya hêzên Esed li ser bajarê Endenan li bakurê Helebê, duhî sêşembê, du navendên berevaniya sivîl ji xizmetê derketin, û bombebarana bi giranî ziyanên madî yên mezin gihandin alav û avahiyan.
Her weha amanckirina bajarê Endenan hişt ko navenda serpereştiya wê deverê ya ku alavên giran lê hebûn ji xizmetê derkeve, ji encama bombebaran ji hêla hêzên rêjîmê ve bi topxane û hawinan.
Berevaniya sivîl anî ziman ko bajarê Endenan bû armanc ji dora 70 guleyên topxane û yên hawinan re, ji hêla hêzên rêjîmê yên li ketîba kampa Henderat û komela Elzehra di 48 demjimêrên bûrî de.
Çalakvanan destnîşan kir ko digel bombebarana nexweşxana Elixlas, hejmara bargehên bijîşkî yên ko ji hêla hêzên rêjîmê û firokên Rûsî ji 28 nîsana bûrî ve hatine armanckirin, giha 40 nexweşxane û navendên tendiristî li gundewarê Idlib û Hema û Helebê.
Hêzên rêjîmê û Rûsya navendên zindîdar li herêmên rizgarkirî bombebaran kirin, tev ko roja 30 tebaxê 2019 agirbest hate ragehandin, piştî ko operasiyoneke leşkerî li başûrê Idlib û bakurê Hema dest pê kir, di encamê de bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn û bi sedhezaran kes derbider bûne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî