Odeya operasiyonên ‘’ Şaxa Zeytûnê‘’ îro çarşembê daxuyaniyek derxist tê de ragihand ko Artêşa Sûrî ya azad sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê li herêma Efrînê bi tekûzî kontrol kir.
Daxuyaniyê got: ‘’Artêşa azad rêka di navbera navçeya Raco û Cendirês de li herêma Efrînê vekir û 27 endam ji (PYD)ê kuşt. ‘’
Toreya Beledî News li gora muqedem Mihemed Elhemadîn berdevkê fermî yê bi navê artêşa azad diyar kir ko tiştê niha dibe em operasiyonên maliştina girên ko hêjî milîtanên tirorist tê de ne dikin, destnîşan kir ko sedema derengmayîna vekirina rêya di navbera gundewarê Helebê yê bakur û Idlibê de asêbûna rê bû ji ber ku ew herêmeke çiyayî ye û ew milîtan di cihên piçûk de û di tunelan de bi cih bûne.
Hemadîn destnîşan kir ko eger rêya di navbera gundewarê Helebê yê bakur û gundewarê Idlibê de vebe dê gelek arîşeyên sivîlên ku asê mane li herdu aliyan çareser bibin û dê pevguhertina bazirganî hêsan bibe.
Operasiyon têkbirina milîtanên PYD yên li herêma Eferînê armanc dike û vegera bi hezaran sivîl bo mal û gundên wan piştî ko wan milîtanan koçkirineke berfireh kirine.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî