Di encama teqîna Otombîleke bumbekirî de roja pêncşemê 13 vê heyva êlûnê li bajarokê Tilhemîs welatiyekî jiyana xwe ji dest da û du zarok birîndar bûn.
Çalakvan Eymen Bekir ji bajarokê Tilhemîs diyar kir ku dema ajokerê otombîlê yê bi navê Fayiq Elcemo bi otombîla xwe li nava bajarokê Tilhemîs digeriye, otombîla wî teqiya û di encamê de Elcemo jiyana xwe ji dest da, û du zarokên ku bi wî re bûn birîndar bûn, û bo nexweşxaneyên Qamişlo hatin veguhestin.
Heman çalakvanî balkişand ku Fayiq Elcemo rojane bi wê otombîlê li bajarok û gundwarê wî digeriya, û kelûpelên kevn û şikestî ji welatiyan dikirîn, û hat tekezkirin ku otombîla wî ji hêla kesên nenas ve hatibû bombekirin.
Tê zanîn ku Fayiq Elcemo ji gundê Bêj e, û temenê wî 43 sal e.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Sûrî