Parastina Sivîl ya Sûrî raportek li ser hejmara binesazî û xaniyên sivîlan yên ji hêla rêjîma Esed û hevalbendên wê ve li gundewarên parêzgeha Hemayê di tebaxa borî de hatine topbarankirin belav kir, û têde diyar kir ku 3790 xaniyên welatiyan, 89 rêkên sereke, 15 dikan û 9 santralên elektrîkê hatine armanckirin.
Parastina Sivîl di serjimêriya xwe de diyar kir ku deşta Hemayê bi 4231 êrîşên asmanî û topxane û mûşekan hatiye topbarankirin, di nav de 1659 roketên mûşekan, 1931 top, 402 êrîşên asîmanî bi balafirên şer, 171 bermîlên teqîner, 53 mayînên deryayî û êrîşek bi mûşekan û bombeyên deaktîv.
Di serjimêriyê de bal hatiye kişandin ku tîmên hawarhatinê yên parastina sivîl, karîne 22 şehîdên sivîl veguhêzin, di nav de zarokek, û 20 kesên din, di nav de du zarok, bigehînin dezgehên bijîşkî, û du operasiyonên agirvemirandinê û şeş tablo û nîşanên hişyarkirinê li cihên metirsîdar deynin, 80 kiryarên hişyarkirinê û 98 kiryarên xizmetgozariyê û 543 operasyon ji bo navendên jinan pêk bînin.
Parastina Sivîl di serjimêriya xwe de ya li ser malpera xwe medyaya civakî weşandiye got ku di meha tebaxê de, karmendekî wê li şaxê bakur li gundewarê Hemayê, di encama êrîşeke rasterast ya Rûsî de li cihê rûniştina xwe li bajarê “Kafr Zêta” hat kuştin.
Parêzgeha sivîl piştrast kir ku piraniya navendên wê li Hemayê, di dema kampanyaya rejîmê de li ser deverên rizgarkirî, rastî êrîşên şer hatin, ku neçar bû alavên xwe ji wan dever û navendan veguhaze, û kar bike li ser pilanên awarte û tengaviyan li ser erdên çandiniyê bi şêwazên guhastin û veşartinê ji balafirên keşfê yên rejîmê û Rûsya û guhertina cih û warên xwe bi awayekî demkî.
Hêjayî gotinê ye ku ji encama berdewamiya kampanya leşkerî ya hêzên rêjîmê û Rûsya her ji dawiya nîsanê ve li ser deverên kêmkirina şer, deverên mezin li bakurê Hemayê û başûrê Idlib ji xelkê vala bûne, piştî karwanên mezin yên kocberan berbi sînorê Tirkiyê çûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî