Îro bi helkefta roja cîhanî ya mafên mirovan ya ku cîhan her sal roja 10’ê befranbarê pîroz dike, çalakvanên sûrî bang li rêxistinên navdewletî û komîteyên mafên mirovan kirin ji bo bala xwe bidin êşa gelên Sûriyê, û fişaran bêxin li ser welatên xwedanbandor ji bo rawestandina tawanên rejîma Beşar Esed û Rûsya.
Di heman çarçoveyê de, Parastina Sivîl ya Sûrî bi rêya çavkaniyên xwe yên medyaya civakî, bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan kir, ji bo berçavkirina wêneya tekûz ya tişta li Sûrî ji kuştin û wêrankirinê ji hêla hêzên rêjîmê û patronê wê yê Rûsî ve dibe.
Parastina Sivîl piştrast kir ku hêzên rejima Esed û Rûsya li Sûrî sivîlan dikujin, û hewil didin ku ew tawanan bi wendakirina rastiyan veşêrin, û bang li cîhana azad û çalakvanên mafên mirovan kir ji bo ragihandina rastiya tişta diqewime û tawankarî û komkujiyên li dijî sivîlên bêçek ên alîyê hevalbendiya rêjîmê ve têne kirin.
Di şeva Roja Mafên Mirovan de, ji hêla hêzên rejîmê û patronên wê, dibistana Al-Xesaniyeh li gundewarê Idlib, di demjimêrên kar de ligel hebûna xwendekaran, bi rokêtan topbaran kir, bêyî ku ziyan bikevin, ji ber ku tîmên parastina sivîl hewil dan ku dibistanê ji xwendekaran vala bikin û wan veguhêzin cihekî ewle.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, roja yekşemê di daxuyaniyekê de, komkujiyên xedar yên rejîmê û sponsora wê ya Rûsî şermezar kirin, û civaka navnetewî bi awayekî rasterast li hemberî van tawanan wekî hevpar dît ji ber bêdengiya wê li hember tişta li ser erdê diqewime.
Hêjayî gotinê ye ku, ji destpêka kampanyaya hovane ya leşkerî ya hêzên rejima Esed û Rûsya li ser deverên kêmkirina şer li Idlib, ji 26ê nîsanê heya 6’ê befranbara 2019’an, hejmara dibistanên ku ji hêla balfirên Esed û Rûsya ve hatine armanckirin gihîştiye zêdetirî 75 dibistanan. Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî