Partiya “Hirak Tunis Al-îrada” ya serokê berê Monsef Marzûqî serpereştiya wê dike, serdana Beşar Esed ji bo Tûnisê, ya ji bo beşdarbûna lûtkeya erebî ya çavrêkirî red kir, û tekez kir ku ev îxanet e ji gelê tûnisî û yê Sûriyê re.
Sekretera Giştî ya partiyê, Dura Ismail, bixêrnehatina serdana serokê rêjîmê kir, û tekez kir ku partiya wê “Hirak Tunis Al-îrada” têkiliyên ligel rêjîmeke stemkar ya “Gelê xwe dikuje, û tawanan li dijî xelkê bê guneh pêk tîne û komkujiyan li dijî welatiyên sivîl û dijberên xwe dike” red dike.
Wezîrê berê û Parlamenterê berê yê partiya “Hirak Tunis Al-îrada” Imad Aldilêmî jî nivîsandiye: “Bibûre Sûriya, nebixêr bê kujerê gelê xwe”, û bi tundî partiyên siyasî yên din rexne kirin, li ser guhertina helwestên xwe ji rejîma Esed.
Aldilêmî got: ” Pêşwazîkirina dîktatorê Sûriyê û kujerê gelê xwe li Tûnisê, îxaneteke li rewşt û prensîbên şoreşa Tûnisê re, berî ku ew îxanet be ji gelê Sûriyê yê cangorî re, û ji bo milyonan kesên belav di navbera zîndan û kampên penaberiyê di girtîgeh û sirgûnên cuda û belav li diniyayê”.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, supasîya helwesta wêrek ya “Hirak Tunis Al-îrada” kir , û ” Baweriya xwe ya kûr bi rola wê ya birûmet di serperştiya şoreşên Bihara Erebî de anî ziman, û got ku partiyê bi redkirina bixêrhatina Beşar Esed, di heman demê de dilsoziya xwe ji bo yekemîn xetîra bihara erebî şehîd Mohamed Bouazîzî re dubare kir.
Tê zanîn ku “Hirak Tunis Al-îrada”, yekem partiya Tunisî ye ku bi aşkerehî serdana Beşar Esed ji bo Tûnisê red dike, di dema ku hin partiyên tûnisî di vî warî de helwesta xwe guhertin, di dema ku hin partiyên din jî bêdengî helbijart in, piştî ku berê piştevaniya biryara Marzoqî kiribûn ji bo qewtandina balyozê rejîmê ji Tunisê û birîna tekiliyan bi rejîma Esed re her ji destpêka şoreşa Sûriyê ve.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Dîma Mûsa, tekez kiribû ku vegerandina peywendiyan digel rêjîma Esed dikeve di berjewendiya rêjîmê û hevalbendên wê de, û bi taybetî Îran, û bal kişandibû ser paşketina rola erebî di piştgiriya maf û daxwazên miletê Sûrî de, û siyaseta hin dewletên erebî ya hişt ko Îranê bêtir têwerdana herêmê bike, nuha bi behaneya ko dixwazin rola wê têk bibin, dixwazin peywendiyan digel rêjîma Esed deynin.
Û bal kişandibû ser ku sedemên komkara erebî sala 2011ê yên ji bo halawîstina endametiya rêjîmê û vekişandina balyozên xwe ji Şamê hêjî berdewam in û bi asteke bilindtir, û herwiha amaje bi tawanên rojane yên têne pêkanîn kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê / Elerebi Elcedî