Tuesday, 08 January 2019 15:10

Penaberên Sûrî li Kampa Ersal li Libnanê Bangê didin Aliyên Têkildar bo Alîkariya wan Bikin

Kampêkn penaberên Sûrî li herêma Ersala Libnanî ketine ber bahozeke berfê ya bihêz, ko bûye sedema bargiraniyeke din li ser penaberan, çimkî ew di çadir û malên totya û pilastîk de ne, ji ber vê yekê çalakvanan di medya civakî de gazî li aliyên têkildar kirin.

Çalakvanan destnîşan kir ko piraniya çadiran bi sedema kombûna berfê li ser wan diriyane, û eger bahoza berfê berdewam bike dê têk biçin, û çalakvanan bo alîkariyê bang li rêkxistinên mirovî kirine.

Penaberan daxwaza alîkariyên pêdivî kirin, û gotin ku çi alîkarî ji bilî hin alîkariyên hindik negehaye kampan, ku têra 10% ji çadiran nake, çimkî berf berdewam e û sotemenî gelekî kêm e.

Kurtevîdyoyek li ser medya civakî hatiye belavkirin, têde penaberek li hindirê çardira xwe ye ji serma dilerize û bang li aliyên têkildar dike bo mazotê ji wan re pêşkêş bikin.

Çalakvanan li ser rewşa niştecihên kampan nivîs belav kirine, di hinekan ji wan gotine ‘’kampên Ersal li Libnanê serme wan dikuje, li vir em bi bîr bînin ew zarokên ko di salên bûrî de sermayê ew kuştine, birayên xwe yên li kampên Ersal jibîr nekin. ‘’

Komelakê anî ziman ko piraniya rêkxistin û komelên hawarhatinê dest ji penaberan berdane, û ew li herêmeke çiyayî ne, û daxwaz ji rêkxistin û komeleyan kir ko bi hawara niştecihên kampan de werin.

Bêtir ji 80hezar penaberên Sûrî li gora çalakvanan li bajarê Ersal bi zehmetî Karin pêdiviyên xwe peyda bikin, bi taybetî di werzê zivistanê de, û nebûna karînên çaksazkirina çadirên diryayî, hem jî toreyên avrêja gemarê li 120 kampên li wir nîn in.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Penaberên Sûrî li Kampa Ersal li Libnanê Bangê didin Aliyên Têkildar bo Alîkariya wan Bikin