Bisedan penaberên sûrî li bajarê Dortmond ê Almanî rawestaneke behîdariyê ji bo giyanê “Zêrevanê Şoreşa Sûrî” Abdulbasit Sarût ê ku di şerê dijî hêzên rijêma Esed li gundewarê Hemayê şehîd ket li dar xistin.
Û penaberên sûrî doh li iyaleta Hamborg li bakurê Almanya di Rawestana behîdariyê de nimêja li ji dûr ve li ser giyanê şehîd Sarût kirin, û beşdaran mûm ji bo giyanê pakrewanên şoreşa sûrî hilgirtin.
Û penaberên sûrî li Berlîna paytexta Almanyayê xwepêşandanek mezin bi rê xistin, tê de Abdulbasit Sarût bibîr anîn, û xwepêşanderan tekezî li ser berdewamiya pabendiya xwe bi şoreşa sûriyê ta bicîkirina tevaya armancên wê kirin, û careke din siloganên ruxandina rijêmê bilind kirin.
Û beşdaran di rawestanan de tekezî li ser giringiya bicîkirina armancên ku“Zêrevanê Şoreşa Sûrî” û bi hezaran sûriyan ji destpêka şoreşê de 2011 di ber de şehî ketine kirin.
Û çalakvan dibînin ku hejmara beşdaran ya bi sedan li hundur û derveyî welat, nîşana pabendiya wan bi şoreşê û sîmbolên wê ye, û tekezî ye li ser pabendiya wan bi ruxandina rijêma Esed, wek mercê bi tenê ji bo bidawîkirina trajîdiya Sûryê di bin siya rijêma tewankar de.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya sûrî, di helkefta şehadeta wî de got ku ew îro xatirê dawî ji yek ji rastgotirîn sîmbolên şoreşa sûrî dixwazin, û got ku di riya nameya canfidayî û merdiya Sarût re, “ armanca şoreşa sûrî ya bingehîn bibîr tînin, ya ku şehîdê qehreman li gel tevaya şehîdên şoreşa gewre di ber de ji bo pêkanîna azadî û dadwerî û wekheviyê têdikoşiyan”.
Şehîd Abdulbasit Sarût li bajarê Himsê sala 1992 çavê xwe li jiyanê vekirine, û yek ji navdartirîn werzişvanên bajêr bû, berî ku yana “Keramê” wî dûr bixe, ji ber helwestên wî yên li gel şoreşa sûrî ya 2011 dest pê kir, û di xwepêşandanên aştyane yên Himsê de beşdar dibû, her weha beşdariya wî di şerê çekdarî de yê ku hêzên rijêmê di salên 2013 ta 2019 dikirin armanc, û bi birînên xwe yên ji encama şerê li gundewarê Hemayê şehîd ket.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Ajans