Monday, 14 May 2018 17:29

Piştî Koçkirina ji Bajarê Dûmayê bi Dehan Xort Ketin Destê Rêjîma Esed

Rêjîma Esed bi dehan xort ji bajarê Dûma li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê ya ko heyva borî ketibû ber êrîşeke kîmawî ya hêzên Esed girtine, çalakvanan li herêmê bal kişandin ser ko tirs li ser jiyana xortên girtî heye.

Acansa “Simart” li ser zimanê hinek mafnasan guhast ko: hêzên Esed bi sedan xort ji Xûta rojhelat girtine û piraniya wan birine navenda (Dirêc) ji bo leşkerkirina wan di nava milîtanên tirorist de, da wan di operasiyonên leşkerî û operasiyonên dizî û talankirina malên sivîlan de beşdar bikin.

Çalakvanan tekez kirin ko hêzên rêjîmê hinek ji wan berdane, piştî ko ew mecbûrî talankirina bajarokê Elreyhan li Xûta rojhelat kirine.

Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kir ko rêjîma Esed di tawankariyên cengê derheqê sivîlan de li hemû herêman berdewam e, û bêtir got ku ev tawankarî ranawestin eger veguhastina siyasî pêk neyê, û tawankarên cengê neyêne sizakirin û ber bi dadgeha tawankariyan ya navdewletî ve neçin.

Li gora gotinên rêkxistinên mafnasiyê, Sivîlên Xûta rojhelat ketibûn ber tawankariyên cengê, , û niştecih neçar kirine ko dev ji mal û milkên xwe berdin piştî ko ew dorpêç û birçî û bombebaran kirine, hem jî çekên kîmawî li dijî wan bikar anîne, û bi sedan sivîl, zarok û jin jî di nav wan de, jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Toreya Sûriyê ya mafên mirovan hefteya borî nîşandekin wênekirî berpirsiyariya rêjîmê di êrîşa kîmawî de tekez dikin eşkere kirin, toreyê bal kişand ser ko êrîş tolhildan bû ji bo fişarê bide ser niştecihên Dûma bo ji mercên Rûsya re sernixûz bibin û xelk derbider bibin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Piştî Koçkirina ji Bajarê Dûmayê bi Dehan Xort Ketin Destê Rêjîma Esed