Bi sedan malbatên koçber hêdî hêdî vedigerin li ser cih û warên xwe li bajarê Kifr Zita li bakurê Hemayê ku dûmahîk car ji ber gefên rejîmê û mîlîsên terrorist ên Îranê ji warên xwe koçber bibûn, piştî peymana di navbera Tirkiye û Rûsya de ya li ser qedexekirina pêkanîna oparesyonên leşkerî li herêmê.
Li gorî Encumena xwecihî ya Kefer Zêta, malbatên vedigerin bajêr, ji tirsa oparesyonên leşkerî yên vê dawiyê ji aliyê hêzên rejîmê û hevalbendên wê li ser parêzgehê koçber bibûn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, peyman bi pêgaveke girîng dîtibû ji bo parastina jiyana sivîlan, û pûçkirina plana rêjîmê ya ji bo koçberkirina xelkê.
Ajansa nûçeyan “Smart” li ser zarê Encumena xwecihî ragihandibû ku malbat vedigerin piştî peydabûna hindek aramî li deverê, û diyar kir ku welatiyên sivîl neçar dibin ku vegerin, tevî kêmbûna xizmetên bingehîn li bajêr û nebûna guhdana pêwîst ji rêxistinên xêrxwazî.
Ji aliyê xwe ve, Encumena xwecihî berdewam kar dike ji bo dabînkirina pêdawîstiyên sereke wekî av, nan û elektrîkê, tevlî ku encumena xwecihî bi hevkariya di gel bergiriya sivîl kar dike, ji bo amadekirina sê dibistanan ji bo wergirtina xwendekarên sala nû.
Di heman demê de, 600 malbat vegeriyan bajarê Letamna piştî peydabûna cureyek aramiyê li deverê piştî peymanê.
Ku ji ber êrîşên leşkerî ji aliyê rejîma Esed û hevalbendên wê li ser Idlibê û tax û gundên Hemayê li vê dawiyê, bû sedema kocberkifina bi deh hezaran kes ber bi sînorê Tirkiyê, û ji aliyê çalakvanên xwecihî hat piştrast kirin ku peymana Tirkiya û Rûsiya bû fakterê peydabûna aramiyekê û vegera gelek malbatên koçber li ser malên xwe.
Û Hevbendiya Niştimanî dît ku berdewamiya aramiyê û pabendbûna bi naveroka peymanê, dê bibe sedema vegera bi hezaran kesên koçber bo gund û bajarên xwe di demên pêş de , û hêvî xwest ku ev peyman bibe derfet bo hatina alîkariya însanî ji bo parêzgehê û rawestandina rijandina xwîna welatiyên bêguneh.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê