Rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî (OPCW), bikaranîna gaza kilorê di bombebarankirina bajarê Seraqb yê gundewarê Idlibê di heyva reşemeha borî de piştrast kir.
(OPCW), îro roja çarşemê daxuyaniyek da û têde diyar kir ku şanda wê ya lêkolînê gihiştiye encamê wê yekê ku gaza kilorê ji bermîlan derketibû dema taxa “Eltilîl” li Seraqbê bi bermîlan roja 4’ê reşmehê dihat bombebarankirin.
Û ev yek tê piştî çend heftiyan ji pêkanîna êrîşên leşkerî yên navdewletî li dijî rijêma Esed, ji ber berdewamiya wê li ser bikaranîna çekên kêmyayî, û (OPCW) gotiye ku tîma lêkolînê gihiştiye wan derencaman bi rêka dîtina du bermîlan û “gihiştin wê yekê ku di herdu bermîlan de gaza kilorê hebû”, bermayên ji navçeyê hatibûn birin “amaje bi hebûna gaza kilorê bi awayekî ne normal di jîngeha navçeyê de dike”.
Rêveberê rêxistina (OPCW), Elmed Ozomoco got: “ez bi tundî bikaranîna keresteyên bi jehr wek çek ji her aliyekê û di sercem sedem û baredoxan de şermezar dikim”.
Niha tîma lêkolînê ya rêxistina (OPCW) radibin bi erkekî zehmet li bajarê Dûma li nêzîkî Şamê, piştî mirin û birîndarbûna bi dehên sivîlan bi sedema pêkanîna êrîşekê bi bikaranîna gaza kilor û sarîn li 7’ê nîsana borî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî