Duh duşembê Polîsên Azad li bajarê Besra başûrê Sûriyê ragihand ko wê Heyberên hişbir girtine, û du bazirgan û çend gumanlêbûyî girtine ko wan di rêya ewlekariya leşkerî ya bi ser rêjîmê ve li bajarê Siwêda belav kirine.
Birêveberê navenda Polîsên azad li bajêr yê bi navê Bavê Yezin naskirî ye, ji dezgehên ragihandinê re got ko heyberên gihane di rêya bazirganan re ko danûstandina wan bi ewlekariya leşkerî re heye, li herêmên ko di bin kontrola hêzên rêjîmê de ne li parêzgeha Siwêda û ew di rêya hizbula tirorist re bidest dixînin.
Ebû Yezin diyar kir ko Polîsên azad belavokan belav dike û têde metirsiya heyberên hişbir li ser civakê û çawaniya danûstandinê digel wan şirove dike, digel hevrêzkariyê bi rêkxistina kompaniya Ejaks ya ko rahênaniyê û rêdanê di vî biwarî de ji endamên Polîsên azad re pêşkêş dike.
Berê jî cîgirê serpereştê encûmena leşkerî li bajarokê Tisîl li Dera’ tekez kir ko 1700 hebên hişbir li sala lîstikan li hindirê bajêr di dawiya tîrmeha borî de girtine, di vekolînan de derket ko jêderên wan kesekî Urdinî ye, di rêzên rêkxistina Daiş de bû.
Hêzên ewekariya tawankariyan yên bi ser rêjîma Esed ve li Şamê di 26. Sibata borî de du bazirganên hişbiran girtin û got ku yek ji wan serpereştekî milîtanên “Eldifa’ Elwetenî” ye, yên bi ser rêjîma Esed ve, û hevrêzkariyê bi milîtanên hizbulaha tirorist re di bazirganiya hişbiran de dikin.
Tê zanîn ko bi dehên raportan yên rojnameyên cîhanî li ser toreyên bazirganiya navdewletî ko hizbulah wan birêve dibe û bi dehên milyon dolaran jê re tên, û rêjeya hişbiran ya bilind e ji jêderên darayî yên hizbulah ya ko ligel Esed miletê Sûrî dikuje.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans