Jêdereke taybet ji malpera me re ragihand ku Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê Diyalogê bi rêjîma Esed re dike ji bo herêmê radestî wê bike.
Li gor wê jêderê “PYD ji rêjîma Esed xwestiye careke din vegere herêmên Kurdî, û balkişand ku PYDê soz daye rêjîmê ku herêmê radestî wê bike”.
Jêderê tekez kir ku duh roja sêşemê hêza PYDê bajarokê Erêma ku li gundewarê bajarê Minbicê ye, radestî rêjîma Esed kir.
Her wiha wê jêderê diyar kir ku PYDê amide ye herêmê tevî radestî rêjîmê bike, ji bo ku bimîne wek berê mertal û parêzvan ji rêjîmê re, û PYDê zirarek mezin gihand gelê Kurd berî gelê Sûriyê, û got: PYDê dijmantiyek di navbera Kurdan û gelê Sûriyê de ava kir, û dijî berjwendiyên gelê Kurd kar kir.
Heman Jêderê da zanîn ku herêmên kurdan hatine valakirin ji encama siyaseta PYDê ya çewt, û nêzî 2 meliyon Kurd hatin koçberkirin, û dê careke din xelk koçber bibe ger rêjîm vegere.
Di dawiya gotina xwe de Jêderê diyar kir ku PYDê amide ye her zirzarê bighîne Kurdan, ji bo berjewendiyên xwe yên teng û ne rewa, û dê bi van riftarên xwe Kurdan ber bi wêranî û mirinê de bibe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê