Ji bo binçavkirina hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD Salih Mislim li dewleta Çîk çekdarên wê partiyê firoşgehên bazara Qamişlo bi zorê girtin.
Firoşkarekî ji bajarê Qamişlo ne xwest navê wî bê diyarkirin ji malpera Hevbendiyê re da xuyakirin ku sibeha roja Duşemê 26 sibatê çekdarên PYD ew agahdar kirin ku divê firoşgehên xwe bigrin, weke piştgiriyekê ji bo Efrînê, lê hat xuyakirin ku ew girtin ji bo binçavkirina hevserokê PYD Salih Mislim bû .
Heman firoşkarî nerazîbûna xwe derbarê kiryarên çekdarên PYD eşkere kir ku her demekê girtina tevaya bazara Qamişlo li ser wan feriz dikin.
Tê zanîn ku Salih Mislim hevserokê berê yê PYD li ser daxwaza Tirkiyê ji hêla enterpolên navdewletî roja şemiyê 24 Sibatê li Pirag paytexta Çîk hate binçavkirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Sûrî