Çalakvanên bajarê Kobanê tekez kirin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê xelkê herêmê xistine rewşeke pir xirab, û welatî berve Heleb û bajarên din de koçber dibin.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku ji ber siyasetên PYDê yên çewt xelkên herêmê ber bi perîşaniyê ve diçin
Her wiha Mihemed bal kişand ku xelkên Kobanê û Til Ebyed û Serê Kaniyê koçber dibin, û diçin Heleb û Heskê û bajarên din, û got: “PYDê bazirganiyê bi xwîna zarokên xelkê dike, û herêmê dixe rewşeke herî xirab de”.
Mihemed diyar kir ku PYDê li Kobanê bi zorê mamoste û xwendekar û karmendan derdixe xwepêşandanan, û wek aqilê Elbe’s kar dikin.
Mihemed tekez kir ku PYDê herêmên Kurdî kirine cihê şer û pevçûnan bi hemî aliyan re, û niha jî dixweze her tiştî radestî rêjîmê bike.
Mihemed da zanîn ku PYDê dê di demeke nêzîk de rêjîma Esed derbasî hemû deverên Kurdî bike, û bibe beşek ji milîsên Esed bi rengekî eşkere .
Li gor Mihemed xelkê Kobanê pir xemgîn in li ser pêşeroja xwe, û rewşa aborî sekinî ye, û nizanin dê PYDê berê wan kuda bibe.
Tê zanîn ku PYDê piştî şoreşa Sûriyê têkliyên xwe bi rêjîma Esed re xurt kirin, û bi çekan li hember xelkên sivîl sekinî, da ku xwepêşandanan rawestîne
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê