Çalakvanên bajarê Efrînê tekez dikin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê li hindir kampên xwe li bakurê Helebê di leşkerkirina keç û xortên Efrînê de berdewam in.
Çalakvan Ezîz Birîmo ji malpera me re ragihand ku çekdarên PYDê bi dehan keç û xort li kampan leşker kirine, bê razîbûna malbatên wan.
Her wiha Birîmo tekez kir ku di nav wan de zarokên temen biçûk jî hene, û ew birine kampên rojhilatî Firatê û çaranûsa wan nediyar e.
Sebaretî rewşa welatiyên di kampan de, Birîmo got ku “rewşa xelkên Efrînê li hindir kampên PYDê li bakurî Helebê pir dijwar û xirab e, û bihezaran malbat ji hêla PYD ve dorpêçkirî ne.
Birîmo da zanîn ku PYDê xelkê Efrînê dixapîne, û her kesê dixwaze vegere ser mal û milkên xwe wan bi xiyanetê tewambar dikin.
Tê zanîn ku Rêxistinên mafên mirovan li Efrînê tekez dikin ku PYDê derdora kampên xwe li gundewarê Helebê bombe kirine, da welatî venegerin ser mal û milkên xwe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê