Wednesday, 15 November 2017 00:26

PYD dergehê sînema Amûdê li ber welatiyan girt

Di bîranîn 57emîn de ya agirê sînema Amûdê, dergehê sînemayê li ber serdana welatiyan û malbatên pakrewanan ji hêla PYD ve hat kilîtkirin.

Şandek ji xwecihiya Amûdê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS serdana sînemê kir û gurzên gulan li ser dergehê wê danîn û mûm vêxistin.

Ismaîl Sînan endamê xwecihiya Amûdê kiryara PYD bi tundî şermezar kir û bal kişand ku rêjîma Esed tu carî dergehê sînemê nedigirt û got di vê rojê de nêzî 280 mendalî ji amûdê hatin şewtandin li vê derê ta ku xelkên Amûdê bi erkê xwe rabin li hember mirovahiyê, û piştgir bin ji şorşa Cezairê re.

Tê zanîn ku nêzî 280 zarokî ji bajarê Amûdê sala 1960 dema ku li filmekî temaşe dikirin hatin şewitandin , û dahatên filmî ji bo alîkariya şoreşa Cezair bûn.

Jêder:Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî PYD dergehê sînema Amûdê li ber welatiyan girt