Di berdewamiya binpêkirina piransîbên dîmuqratiyê,Çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD ve roja Yekşemê 15 Tîrmehê, dest danî ser nivîsgeha partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo.
Komîta navendî ya partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, daxuyaniyek belavkir têde nûçeya desteserkirina nivîsgeha xwe ji hêla partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD piştrast kir.
Di heman daxuyaniyê de partiya Yekîtî ragihand ku kiryarê PYD binpêkirin in ji piransîbên navdewletî re, û doz li welatên zilhêz ên ku li çareseriyê ji bo Sûriyê digerin kir, ku li ser kiryarên PYD di derheqê partiyên siyasî û Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bisekininin
Tê zanîn ku partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ji adara 2017 de nivîsgehên partiyên ENKS bi zorê girtine, û berî demekê malên hin serkirdeyên ENKS jî desetesr kirin .
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê