Binpêkirinên mafê mirovan û bidawîkirina jiyana siyasî ji hêla Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD berdewam in.
Roja Şemiyê 25ê tebaxê hin endamên PYD alavên nivîsgeha Partiya Yekîtî ya kurd ya ku berî demekê li bajarê Qamişlo girtibûn desteser kirin, û di heman demê de êrîşî cîgirê sekretêre Partiya Yekîtî Hesen Salih kirin û gef lê xwarin .
Partiya Yekîtî derbarê vê bûyerê daxuyaniyek belav kir, têde kiryarên PYD bi yên terorî wesif dan, û helwesteke tund derbarê PYD eşkere kir, û têde hat ku “Girûpeke ji endamên PYD bi serpireştiya kadroyekî Partiya Karkerê Kurdistanê PKK alavên nivîsgeha me desteser kirin, û hewil dan ku destdirêjiyê li cîgirê sekretêre Yekîtî Hesen Salih bikin” .
Daxuyaniya Yekîtî diyar kir ku kiryarên PYD beşek in ji biryara rêjîma Esed ya ku mal û milkên kesên rikber ji xwe re desteser dike, û têde hate ragihandin ku “kiryarên PYD me ji doza me venagerînin, û emê di têkoşînê de li dijî diktatoriyê berdewam bin, ta ku azadî û mafên gelê kurd cîbicî bibin”.
Tê zanîn ku PYD di demeke nêzîk de hejmareke malên serkirdeyên encumana niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS desteser kirine.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê