Girûpeke çekdar ser bi Partiya Yekîtî ya Dîmuqrat PYD ve, roja Şemiyê 9hezêranê li Qamişlo, dest danî ser mala kurê Fûad Elîko û ya xuşka Ibrahîm Biro, herdû serkirdeyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS.
Fûad Elîko endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên rikberî û şoreşa Sûriyê li ser rûpela xwe yê malpera civakî Facebook belavkir ku girûpeke çekdar bi ser PYD ve mala kurê wî desteser kir, û du malbatên ku ji Efrînê koçber bûne têde bicih kirin.
Her weha Ibrahîm biro endamê nivîsgeha karê derve ya ENKS, li ser rûpela xwe ya facebook ragihand ku girûpeke çekdar bi serpereştiya kadirekî ji Partiya karkirên Kurdistanê PKK êrîşî mala xuşka wî kir û dest danî ser malê û hevserê wê yê bi navê Ebdulmecîd Mustefa binçav kir.
Û PYD di binpêkirina mafê mirovan de li parêzgeha Hesekê berdewam e.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê