Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê bi dehên xortan li Kobanê bi behaneya leşkeriya neçar girtin û ew birin kampên xwe yên leşkerî. Li gor ku Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji me re ragihand û got: “leşkeriya neçar ji hêla PYD ve li Kobanê berdewam e, tevî xelk nerazîbûn û diltengiya xwe diyar dikin”.
Her wiha Mistefa bal kişand ku çekdarên PYDê li Kobanê di leşkerkirina zarokên temen biçûk de berdewam e, û tekez kir ku keça bi navê Zeyneb Ebdî Bekir a 14 salî ,ji gundê Yaremeziye, birin û çarenûsa wê ne diyar e.
ji hêla xwe ve Redwan Ehmed yê alîgirê ENKSê ji me re got ku: PYDê dost û hevalên Encumanê bi zorê dişîne leşkeriyê û ta niha bi dehan xort birine..
Ehmed da zanîn ku gelek ji wan xortan li Reqa û Minbicê hatin kuştin. û bal kişand ku xort dibin qurbanî ji bo proja PYDê “ya xizmeta me nake, ew ji bo ejindeyên derve kar dikin”.
Di dawiya axftina xwe de Ehmed daxwaz ji PYDê kir ku leşkeriya neçar, û girtina xortan rawestîne, û hemû zarokên temen biçûk jî vegerîne bo malbatên wan .
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê