Deh girtiyên siyasî yên li cem Esayişên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) ve girtî bûn duh Pêncşemê 13 Tebaxê serbest hatin berdan.
di hevpeyvîneke taybet li gel Mihemed Şiwêş endamê Encuman Niştimanî Kurdî ku ew yek ji kesên azadbûyî ye, ji malpera me re tekez kir ku vekolîn pêre dihat kirin bi tewana leşkerkirina ciwanan di nav refên Pêşmergeyên Kurdê Sûrî de.
Şiwêş diyar kir ku tewanên kesên din yên ku di zindanê de bûn karê ragihandinê û avakirina hêzên leşkerî bûn .
Sebaret rewşa girtiyan di zindanê PYD de Şiwêş got “ez di zindanekê de li bajarê Amûdê bûm û dan û standina rêveberên zindanê bi min re baş bû, lê hin girtiyên din rastî lêdan û riswakirinê dihatin”.
Hêja ye gotinê ku hêjî zindanên PYD ji girtiyên siyasî dagirtî ne, mîna Mehmûd Ûcê serokê berê yê xwecihiya Hesekê û Azad Iço û gelek endam û alîgirên partiyên kurdî ku çarenivîsa wan ta vê gavê ne diyar e.
Jêder: Hevbendî