Çalakvanên bajarê Kobanê tekez kirin ku rêvberiya Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê avahiyên ku di bin navê nû-avakirina Kobane de bi diravên alîkariyê hatine avakirin, ji bo xwe difroşe û bi kirê dide.
Komîta giştî ya nû-avakirina Kobanê ya rêvberiya PYDê duh roja şemiyê ragihand ku ew malan difroşe û bi kirê dide li hindir bajêr.
Komîta giştî ya nû-avakirina Kobanê ragihand ku ew her malekê mehê bi 100 dolarî kirê dide.
Çalakvanên bajarê Kobanê û xelkê wê biryara Komîta giştî ya nû-avakirinê şaş dîtin, û bi nav kirin ku ew diziyake aşkera ye.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku rêvberiya PYDê bi navê roxandina Kobanê alîkarî ji her derê kom kirin û ji xwe re avahî lêkirin û îro ew bi kirê dide û difroşe.
Her wiha Mihemed tekez kir ku rêvberiya PYDê alîkarî bi xelkê Kobanê re nekir, û herkesî bi xwe mala xwe ava kir.
Di dawiya gotina xwe de Mihemed bal kişand ku rêvberiya PYDê bi meliyonan dolar bi navê nû-avakirina Kobanê kom kirin û niha xaniyan difroşe û kirê dide.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê