Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD roja Sêşemê 18-4-2017 careke din nivîsgeha xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS bi mûma sor girt.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li Qamişlo diyar kir ku hêzeke mezin ji çekdarên PYD girt ser nivîsgehê û dergehê wê bi mûma sor girt.
Peyamnêrê me bal kişand ku heman hêzê endamê komîta herêmî ya partiya Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya PDK-S Azad Umer binçav kir.
Tê zanîn ku bi biryara Encumana Niştimanî ya Kurd, şandek ji emîndariya giştî ya ENKS li gel endamên xwecihiya rojhilatî Qamişlo roja Yekşemê 16 vê heyvê ew ofîs vekiribû.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê