PYDê nehişt xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurd şahiya cejna Newrozê lidar bixe.
Jêderkî ji xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurd ji malpera me re tekez kir ku rêveberiya PYDê rê neda ku xwecihî şahiya Newrozê li dar bixe û got: Çekdarên PYDê gef li me xwarin û xwestin em ruxsetê ji rêveberiya PYDê wergirin an ew dê nehêlin şahî çêbibe.
Her wiha Jêderê diyar kir ku ji bo rêzgirtina roja Newerozê xwecihiya Kobanê îsal ti şahî nekir, ji bo rê nedin çekdarên PYDê ku tevliheviyê bikin di vê roja pîroz de.
Her weha Jêderê tekez kir ku rola PYDê pir xirab e, ji ber wek rêjîmê li dijî ENKSê kar dike, û xelkên Kobanê ji rola PYDê ne razî ne.
Jêderê bal kişand ku PYDê jiyana siyasî li herêmên Kurdî tune kiriye, û got ku dirûşmên PYDê ji bo demokrasiyê derw in.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî