Çekdarên rêjîma Esed û Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD ê berdewamin, di rê nedana welatiyên sivîl ku ji Efrînê herin bajarê Helebê li gor ku çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand, û 12 hezar welatî li nêzî bajarokên Nubil û Elzehraa kombûne û rewşa wan pir xirab e.
Her wiha Zeyno bal kişand ku çekdarên bi ser rêjîma Esed ve li bajarokên Nubil û Elzehraa her welatiyakî bi 800 hezar L.S derbasî bajarê helebê dikin.
Zayno derbarê rewşa jiyanê de li Efrînê da zanîn ku av tuneye ,pêdivîyên rojane ên jiyanê kêmbûne, rewş pir xirab e, bi hezaran malbat dixwazin ji Efrînê derkevin nemaze ku şer nêzî bajêr dibe.
Zayno da zanîn ku bi dehezaran welatiyên ku ji ber şer koçber bûne bê xanî ne û di hindir dikanan de dijîn û rewşa jiyana wan pir xirab e.
Di dawiya gotina xwede çalakvan Elî Zeyno bang li rêxistinên sivîl kir ku fişarê li PYDê bikin da rê bidin xelkên sivîl ku derbasî deverên bê şer bibin û sivîlan ji xwere nekin mertal.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê