Li dirêjahiya du rojan medyaya Kurdî li Sûriyê bi destpêşxeriya Kongirê Niştimanî Kurdistanî KNK ji bo nêzîkirina tevgera siyasî Kurdî li Sûriyê mijûle.
KNK li ser zarê endamê desteya destpêşxeriyê Ebdulkerîm Omer ragihand ku Rêveberiya PYD dixwaze ku nivîsgehên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û partiyên wê bêne vekirin û girtiyên siyasî serbest bêne berdan.
Roja Yekşemê 5-12-2019 Rêveberiya PYD daxuyaniyek belav kir têde gotibû ku ew rê didin partiyên ku Nivîsgehên wan ji hêla wan ve hatibûn girtin, nivîsgehên xwe carek din vekin .
Di heman rojê de partiya Yekîtî Kurdistanî hewl da ku nivîsgeha xwe ya desteserkirî ji hêla PYD li Qamişlo bi dest xwe ve bîne, lê hewildana wê têkçû û berpirsên PYD ku di nivîsgehê de bi cih bibûn daxwaza wan red kirin.
Derbarê vê kiryarê berovajî destpêşxeriya KNK û daxuyaniya Rêveberiya PYD Yekîtî Kurdistanî daxuyaniyek belav kir û têde hat ku PYD dixwaze raya giştî bixapîne û tu bingehên rastiyê di destpêşxêriyê de nediyar e.
Yekîtî Kurdistanî kiryarê endamên PYD ku di nivîsgeha wan de bi cih bibûn şermezar kir û PYD weke berpirs di ber têkçûna destpêşxeriyê navdewletî ji bo pêdakirina çareyeke siyasî li Sûriyê û deverên Kurdî binav kir.
Tê zanîn ku di Avdara 2017 de çekdarên PYD nivîsgehên ENKS û partiyên wê bi behaneya ne wergirtina ruxsetan girtin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê