Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) Şahîn Ehmed, eşkere kir ku dema PYD’ê ji Afrînê derket 90 girtiyên siyasî yên kurd radestî ewlekariya Sûriyê kirin.
Ligor Şahîn Ehmed ku li dema hêzên PYDê ji Efrînê derketin, rabûn bi raguhestina girtiyên Afrînê ber bi bajarokê Nubul û Zehra û paşî raguhestin ber bi bajarokê Fafîn yê ser bi Helebê ve û radestî mûxaberatên serbazî kirin û ber bi Helebê hatin raguhestin.
Ehmed diyar kir ku ew girtiyên siyasî bi 2 otobusên cuda ji bo navendeke leşkerî ya li Helebê hatin raguhastin û 22 girtî di otobusekê û 70 girtî di otobuseke mezin de û got ku girtiyên siyasî li baregehê muxabaretên serbazî li Helebê hatin binçavkirin.
Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê eşkere kir ku ji wan girtiyan Haysam Muhammed Ehmed yê berî çend rojan ji aliyê muxaberatan ve li Şamê hatibû berdan, û di nav wan de gelek endamên PDK -Sê hene, ji wan endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Abdulrehman Apo ku 12ê Tîrmeha 2017an hatibû revandin û endamê komîta herêmî ya PDK-Sê parêzer Îdrîs Alo ku ew jî 8ê Mijdara 2013an hatibû revandin.
Şahîn Ehmed diyar kir ku radestkirina têkoşerên kurd nîşana wê yekê ye ku PYD ligel Rijêmê di nav têkiliyên bihêz û mokim de ye.
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) Şahîn Ehmed daxwaza serbestberdana sercem girtiyên siyasî kir û bi taybetî girtiyên ENKS’ê, û PYD’ê berpirsyar dît li hember saxî û saxlemiya sercem girtiyan.
Jêder: Beşê Kurdî yê Ofîsa Ragihandinê / Basnews