Îro roja sêşemê, Sikirtariya giştî ya ENKSê daxuyaniyek da raya giştî li ser kiryarên çewsandinê yên li ser destê çekdarên “PYD”ê dibin, li dijî kadiro û çalakvan û nivîsîngehên partiyên ENKSê.
Daxuyaniyê bal kişand li ser kiryarên çekdarên PYDê di heyamê kêmtir ji heftiyekê de, ku di roja 9/1/2017, 4 endamên (Ciwanên Şoreşgêr) yên ser bi (PYD)ê ve, êrîş kirin li ser nivîsîngeha Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên kurdistana – Sûriyê, û li xwendekarê nobetdar Saman Îbrahîm Xelîl xistin, û di roja 8/1/2017 de, girûpeka din êrîş birin ser hevbenda werzeşvanan li Hesekê û rabûn bi diziya kelupelên nivîsîngehê û qetandina logoyê ENKSê û logoyê Hevalbenda Werzeşvanan.
Herwiha li ser destê heman alî, Sidad Ehmed Sayîd Mecîd kadiroyê PDK-S li bajarokê Girkê Legê hat revandin û berê wî dan derveyî Girkê Legê û ew dan ber lêdan û eşkenceyê.
Herwiha revandina berêz Mihemed Şerîf Xelef kadiroyê PDK-Sê ji gundê Şêx Ibrahîmê ji pêşiya dikana wî ya li Girkê Legê.
Herwiha du endamên komîta herêmî yên partiya Yekîtî: Mihemed Elî Ferho ji gundê Tenûriyê û Sibxet Elî Hisên ji Dêrikê ji aliyê çekdarên PYDê hatin revandin.
Bi vê yekê, Encûmena Niştimanî ya Kurdî, ev kiryarên tirsandinê yên PYDê yên berovajî piransîpên mirovî û demokrasiyê li dijî kadiro û endam û çalakvanên ENKSê şermezar kirin, û ENKSê tekez kir ku ev kiryar nikarin rê li pêşiya rabûna ENKSê bi erkên xwe yên netewî û niştimanî bigirin, û ji hêzên kurdistanê û ji rêxistinên mafên mirova daxwaza xistina fişaran li ser PYDê dike ji bo dest ji kiryarên xwe yên dikevin di xizmeta dijminên gelê kurd de berde.
Jêder: Beşê Kurdî yê Nivîsîngeha Ragihandinê