Şandeke Encûmena Niştimanî Kurdî ya Sûriyê di 25.08.2016 an li Hewlêrê serdana Qunsilxana Îtalî kir. Şande ji birêz Birahîm Biro, Kamîran Haco û Silêman Oso pêk dihat, Qunsila Îtalî xanim Elîsandra Dî Bîbo pêşwaziya wan kir.
Serokê Encûmenê rewşa siyasî û ya jiyanê li Sûriyê bi giştî û herêmên Kurdî bi taybetî şirove kir.
Her wiha li ser kirdeyên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat û çekdarên wê der heqê Encûmena Niştimanî Kurdî û girtina Nivîsgehên hin partiyan û girtina gelek serkirde û endamên wan axivî.
Ji aliyê xwe ve qunsila Îtalî xweşhaliya xwe bi hatina şanda Encûmena Niştimanî da xuyakirin, û helwesta Îtalya ji operasiyona siyasî re şirove kir ku ew bi çareserkirina kêşeya Sûriyê re ye li gor biryarên navdewletî. Her wiha nerazîbûna xwe ji kirdeyên PYD diyar kir, yên ko li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurd dike, û piştgiriya xwe jî ji Encûmenê re diyar kir. Û tekezî li ser giringiya evan hevdîtinan di evê qonaxa hestiyar de ko Sûriyê tê re dibûhûre kir.
Jêder: Hevbendî