Tora Sûrî ya Mafên Mirova di rapora xwe de ya duh derketî de anî ziman ku, rêjîma Elesed piştî neh salan hîn eynî şêwe û alavan di rûbirûkirina xwepêşenderên aştiyane de bikar tîne, ew alavên ku rêjîmê di 2011an de bikar anîne, û bi darê zorê deh girtî ji çalakvanên tevgera cemawerî ya dawîn li bajarê Elsiwêda binçavkirî ne.
Û Raporê eşkere kir ku ne kêmtir ji 2172 kes ji nişteciyên Elsiwêda hîn jî di navendên rêjîmê yên fermî û ne fermî ji adara 2011an de ta dîroka duh 18 heyvê li gorî agahiyên tora mafnasî girtî û binçavkirî ne.
Û raporê kuştina ne kêmtir ji 37 kesan ji xelkê parêzgeha Elsiwêda ji ber îşkenceya di navendên fermî û ne fermî yên rêjîmê de tomar kir.
Û raporê bal kişand ser berdewamiya rêjîmê li Elsiwêda di girtina 10 sivîlan de, di nav de Raid Ebdî Elxetîb, û êrîşbirina endamên şaxên ewlehiyê û milîsên girêdayî rêjîmê ser xwepêşandêrên bajarê Elsiwêda.
Û raporê tekez kir ku rêjîm li hember tevgera cemawerî ya bajarê Elsiwêda bi eynî şêwe û alavên ku li hember xwapêşendanên adara 2011an sekinî, wek girtin û binçavkirina kotekî û gef û îşkencekirinê.
Û rapora tora mafnasî ji Civaka Navdewletî û Netewên Yekbûyî daxwaza parastina sivîlan li Elsiwêda ji binçavkirina kotekî û îşkenvekirin kir, û nehêle sernekeftina parastina sivîlên Sûriyê wek yaku di adara 2011an de çêbûye dubare bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî