Çalakvanin xwecihî gotin ku operasiyna leşkerî û bombebarana asîmanî û bejayî ji hêla hêzên rêjîma Esed û balefirên sponserê wê yê Rûsî, ta îro nehatiye rawestandin, û tekez kirin ku derbider rastî rewşeka xerab tên, di dema sermaya dijwar de, û berdewamiya tevgera derbideriyê ji deverên corbecor li gundewarê herdû parêzgehên Idlib û Helebê.
Û raporeke meydanî ya Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, duh li ser malperên xwe yên media civakî, diyar kir ku bêtir ji 36 hezar kes ji bakurê rojavayê Sûriyê di 2 rojan de jiber operasyona leşkerî ya hêzên rêjîma Esed û sponserê wê yê Rûsî derbider bûn.
Û tîmê di raporê de diyar kir ku 36,144 kes, anku 6341 malbat, di navbera 48 katijmêran de ji bakur rojavayê Sûriyê hatin derbiderkirin, û got ku hejmara kampên derbideran di 2 heyvên borî de gihîştiye 1259 kampan, derdora melyonek û 22 hezar kes lê dijîn.
Û Tîma Hevrêzkarên bersivdanê daxwaz ji hemû çalakiyên herêmî û navdewletî kir, ku kar ji bo pêşkêşkirina alikariyan bikin, bo nişteciyên bakurê rojavayê Sûriyê, û ji civaka navdewletî daxwaza hilgirtina berpisyariyê li hemer sivîlên parêzgehê kir, û ji rêxistinên mirovahî xwest ku alîkariyên lezgîn ji derbideran re pêşkêş bikin.
Herweha helmeta leşkerî ya bejayî û asîmanî a ji hêla hêzên rêjîmê û milîsên îranî bi piştgiriya rûsî hîn berdewam e, û ew helmeta hovane di 20ê kanûna pêşîn a 2019an gurtir bû, û bû sedema kuştin û birîndarkirina bi sedan sivîl û derbiderbûna bi sedhezaran sivîlên din.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî