Tora Sûrî ya Mafên Mirovan herî kêm 21 bûyerên destdirêjiya li ser navendên sivîl ên giring li Sûriyê di Tîrmeha borî de dokument kirin.
Torê roja çarşemê raporek li ser malpera xwe belav kir û got ku rijêm berpirsiyar e li hemberî 52,38% ji van binpêkirinan, li pey rêxistinên radîkal û koalîsyona navnetewî bi rêjeya 4.76 ji sedî tên, û 38,1% bûyeran li ser destê “aliyên nenas” hatine pêkanîn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku rejîm radibe bi bombebarankirina navendên giring ji bo zêdekirina fişaran li ser xelkê û neçarkirina wan ji bo xwe teslîm bikin û rêkeftinên aştiyê bi darê zorê imza bikin, û tekez kir ku ew beşek ji tawanên şer û tawanên dijemirov in, ên ji aliyê rejîmê li dijî sivîlan têne pêkanîn.
Li gorî raporê, êrîş li ser navendên sivîl û giring, li meha borî , bi vî awayî bûn: jêrxane (4), navendên olî (6), navendên pizîşkî (4), navendên perwerdeyê (4), meydanên nişteciyan (1), kampên penaberan (1), navendên çandî (1).
Bi vî awayî, hejmara êrîşên li ser navendên giring li Sûriyê gihişt 474 êrîşan, li gor hejmara torê, di çilê paşî de 136 êrîş û di sibatê 156 hatine qeydkirin, ku hevdem bûn ligel kampanya leşkerî ya li ser Xûta rojhilat.
Di dawiya rapora xwe de, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan daxwaz ji Konseya Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî kir, ji bo rejîmê û Îranê û hevalbenda wê Rûsiya neçarî cîbicîkirina biryara 2139 bike, yan jî herî kêm armanckirina navendên giring şermezar bikin.
Û tekezî li ser pêwistiya qedexekirina pirçekirina rijêmê û sepandina sizayên berfireh li ser rijêma Esed û Îran û Rûsyayê kir, û daxwaza raguhestina fayilê sûrî ji bo Dadgeha tawanên Navnetewî kir, ji bo dadgehkirina tawankarên armanckirina kesên sivîl.
Jêder: Ofîsa Ragihandina hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê