Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe ya dawîn de, anî ziman ku wê kuştina ne kêmtir ji 1006 sivîlî di nav de 3 ji kadroyên ragihandinê û 12 ji kadroyên bijîşkî û berevaniya sivîl di nîvê sala 2020an de li Sûriyê belge kiriye, û raporê 30 komelkujî û 71 qurbanî jiber îşkenceyê canê xwe ji dest dane tomar kiriye.
Û Tora Mafnasî eşkere kir ku ji 1006 sivîlên di dema nîşankirî de di raporê de hatine, 218 jê zarok û 133 jin bûn.
Û bal kişand ku rêjîma Elesed di ber kuştina 298 sivîlan de, di nav de 64 zarok, 24 jin berpisyar e, û hêzên Rûsiya 205 sivîl di nav de 62 zarok, 48 jin kuştine.
Û diyar kir ku Rêxistina Daişê 7 sivîl kuştine, di nav de zarokek hebû, û Heyet Tehrîr Elşam 17 sivîl kuştine, di nav de jinek hebû, û raporê 34 sivîl di nav de 8 zarok û jinek hebûn li ser destê milîsên PYD hatibûn kuştin belge kiriye, her weha 445sivîl di nav de 83 zarok, 39jin hebûn li ser destê aliyin din hatin kuştin.
Û raporê got ku di nav qurbaniyan de 9 kadroyên bijîşkî di nîvê yekê ji sala 2020an de hatin kuştin, 4 kes jê li ser destê hêzên Rûsî ne, û 1 ji kadroyên bijîşkî li ser destê hêzên rêjîmê û 1 li ser destê Heyit Tehrîr Elşam, û 3 li ser destê aliyin din hatine kuştin.
Û Tora Mafnasî diyar kir ku 3 kadroyên ragihandinê di dema tomarkirina raporê de hatine kuştin, 2 jê li ser destê hêzên rêjîmê û 1 li ser destê Rûsiya, û 3 kadroyên berevaniya sivîl li ser destê hêzên rêjîmê hatine kuştin.
Û raporê kuştina 71 kesî yên di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane tomar kiriye, 63 jê li ser destê hêzên rêjîmê bûn, 1 li ser destê Heyit Tehrîr Elşam û 3 li ser destê milîsên PYD û 4 li ser destê aliyin din hatibûn kuştin tomar kiriye, û raporê kuştina 14 kesan ji ber îşkenceyê di heyva hizêranê de li ser destê rêjîmê hatibûn qirkirin tekez kir.
Û raporê 30 komelkujî di nîvê yekê ji sala 2020an de çêbûne belge kirine, 9 jê li ser destê hêzên rêjîmê û 11 li ser detê Rûsiya bûn, û komelkujiyek li ser destê Milîsên PYD pêk hat, û 9 li ser destê aliyin din çêbibûn, û diyar kir ku 2 komelkujî li ser destê aliyin nenas çêbibûne.
Û Rapora Tora Mafnasî ji Encûmana Ewlekarî daxwaza kartêkirinên zêdetir kir piştî derketina biryara 2254, û cext li ser pêwîstiya rakirina doseya Sûriyê bo dadgeha tewanên navdewletî û sizadana hemû kesên tevlê tewanan bûne kir, tevî rêjîma Rûsî, piştî tevlîbûna wê di tewanên cengê de hatiye çespandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî