Tora Mafên Mirovan ya Sûriyê (SNHR) îro di raportekê de ragihand ku di meha gulanê de herî kêm 416 welatiyên sivîl, tevlî hin karmendên stafên tendurustiyê û ajansa parastina sivîl hatine kuştin.
Raportê got ku kuştin bi rengek berfireh û sîstematîk ji aliyê aliyekî hêzên Esed û milîsên wê bi awayekî sereke hatin pêkanîn.
Raportê diyar kir ku 269 welatiyên sivîl, di nav de 51 zarok û 48 jin ji aliyê hêzên rejîmê hatin kuştin, û herwiha 45 sivîl, di nav de 17 zarok û deh jin bi destê hêzên Rûsya hatin kuştin, bi riya kampanyeke leşkerî ya tund li dijî deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê.
Raportê bal kişand ku milîsên PYD berpirsyarin di ber kuştina 21 kesên sivîl di nav wan de 6 şeş zarok, û li gorî raportê 73 kesên din di nav de 28 zarok û sê jin bi destê hin aliyên din hatine kuştin, û diyar kiriye ku di nav qurbaniyan de, çar karmendên bijîşkî hene, ku hemû di êrîşên hêzên rejîmê de hatine kuştin, ji bilî ku Karmendekî Parastina sivîl bi êrîşeke esmanî ya hêzên Rûsya hatiye kuştin.
Li gorî raportê, di meha gulanê de, ji aliyê Koma kar ya Tora SNHR, kuştina 14 kesan ji ber îşkence hatiye bi belgekirin, ji wan 11 kes li ser destê hêzên rejîmê, û du li ser destên milîsên “PYD”, û yek li ber destê aliyekî din.
Di raportê de 12 komkujî di meha derbasbûyî de hatine belgekirin, û di raportê peyva komkujî hatiye bikaranîn li ser êrîşên bûne sedema kuştina pênc kesan bi kêmanî di yek katê de, û li gorî vê pênasê, neh komkujî li ser destê hêzên rejîmê hatine tomarkirin, û du komkujî li ser destên leşkerên Rûsyayê, û komkujiyek bi destê milîsên PYD.
Raportê piştrast kir, ku yasa navnetewî û yasa awarte, û biryarên Konseya Ewlekariya NY, û bi taybetî biryara 2139, 2042 û 2254 hemû ji jêla rijêmê hatine binpêkirin, bê ku ti sizadan hebe.
Raportê piştrast kir ku êrîş ji aliyê Hevpeymaniya Navnetewî û PYD hatine pêkanîn, ku weke binpêkirin ji yasa mirovî ya navnetewî ya awarte re tên pejirandin, ji ber ku bûne sedema ziyanên mezin li ser jiyana welatiyên sivîlan birîndarbûna wan bi awayekî nepîlankirî.
Herwiha raportê zêdebûneke berçav ya hejmara qurbaniyan ji ber ku operasyonên leşkerî yên hovane yên berdewam ji aliyê Rûsyayê ve li dijî welatiyên sivîl li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê xuya kiriye, ku bûne gefa keraseteke mirovî ya nû.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî