Endam û hêzên ewlekariyê yên rejîma Beşar Esed berdewam in li ser kiryar û riftarên herî xirab derheqê girtiyan bi herdu regezên nêr û mê di girtîgeh û navendên xwe yên binçavkirinê de, û bi taybetî bikaranîna destdirêjiya siksî dijî jinên binçavkirî ji bo li xwe mukur bên.
Û “ Navenda Sûrî ya dad û lêpirsînê” di raporeke xwe de derbarê “ tundûtûjiya zayindî” li Sûryê, hejmarek ji van bûyeran di riya jinên berê di zindanên rêjîmê de bûn û tûşî destdirjiya seksî bibûn, eşkere kirin.
Raport hat li jêr navê “Ma tu dizane çi li vir dibe?”, ku ev hevok ji hevpeyvîneke Navendê ligel jineke serbestberdayî hatiye derxistin, ew jina lêkolîn ligel wê di navendeke binçavkirinê ya rejîmê de dibû, ku berî zêrevan wê bibe lêkolînê di ber odeyekê re derbas bûn ku jinek têde rastî destdirêjiya siksî ji alî zêrevanekî din dibe.
Û çend çavpêketin ligel jinên serbestberdayî yên rastî tundutijiya siksî hatibûn ji aliyê tîma belgekirinê ya Navendê hatin pêkanîn, di nav de 16 jin û zilamên serbestberdayî yên rastî formên tundutijiya tazîkirinê yên cuda di girtîgehan de hatibûn.
Û hevdîtinên hatine pêkanîn ji aliyê Navenda bûyerên tundutijiya siksî hatine belgekirin, di derdora 30 navendên binçavkirin û rêbend û xalên pişkinîna rejîmê de, her ji sala 2012 û heta roja belavbûna raportê.
Li gorî raporta navendê, di 16 hevpeyvînên din de, girtiyên berê belge pêşkêş kirine derbarê ku ew gelek caran bi darê zorê hatine tazîkirin di xalên pişkinîn û navendên binçavkirinê de, yan jî demeke dirêj bi darê zorê hatine tazîkirin, bi armanca zêdekirina êş û azar û riswakirina wan.
Raportê bikaranîna destdirêjiya siksî ji aliyê lêkolîneran weke karekî rotînî bi armanca ku kesên girtî li navendên binçavkirinê li xwe mukur werin, yan jî gefxwarina destdirêjiya siksî , tevî tunebûna guhdana tendurustîya zayinê di girtîgehan de.
Û raport tevî xuyakirina binpêkirinên li dijî mêr, jin, keç û lawan, herwiha behsa rêyên dadweriyê yên ku girtiyên serbestberdayî dikarin bidest bînin kiriye, û di dawiyê de derencam û serbor ji bo gavên pêş pêşkêş kirine.
Hevdem ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan, bikaranîna destdirêjiya siksî li dijî jin û zarokan û zilaman di zindanên rêjîmê de her ji destpêka şoreşa Sûriyê hatibû piştrastkirin, di dema ku zehmet e hejmara rast bête belgekirin yan jî hejmareke rast hebe li ser tevaya binpêkirinên hatine pêkanîn di girtîgeh û zindanên rejîmê de.
Herwiha Komîsyona Serbixwe ya Navnetewî ya Lêpirsînê li demeke pêştir gihiştibû “dukoment û belgeyên piştrast li ser rûdana tawanên mezin li Sûriyê li asta “tawanên dijemirov”, û Komîsyonê 17 raport li ser wê belav kiribûn, ku maweya erkdarkirina komîsyonê bo saleke din di meha adara borî de hatibû dirêjkirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî