Navenda Sûrî ya Azadiyên Rojnamevanî ya ser bi Kombenda Rojnamevanên Sûrî ve, li roja şembiyê di raporta xwe ya demî de, çar binpêkirin li dijî medyakaran li Sûrîyê di meha îlonê de bi belge kirine, û piştrast kir ku binpêkirina herî xweab li dijî medyakaran di meha borî de ji hêla hêzên rejima Esed ve li Idlibê hatiye pêkanîn.
Raportê bal kişand, ku topbarana ji hêla hêzên rêjîmê ve li ser gundewarê Idlibê, bûye sedema birîndarbûna rojnamevan “Iyad Mihemed Abu al-Cud” li gundê Maaret Tirahrama li başûrê Idlibê, û bal kişand ku du binpêkirin dijî medyayê ji aliyê Desteya Tehrîr el-Şam hatin pêkanîn, û binpêkirinek ji aliyê milîsên PYD ve hat pêkanîn.
Raportê diyar kir ku binpêkirin ji alîyê coxrafî ve li parêzgeha Idlibê gelek bûn, ku 3 binpêkirinan lê hatin pêkanîn, di heman demê de binpêkirina dawiyê ji alîyê mîlîsên PYD ve li parêzgeha Hesekê hate pêkanîn.
Raportê diyar kir ku binpêkirin li dijî medyakaran li Sûriyê berdewam in, tevî ragihandina agirbestê li devera kêmkirina şer li bakurê Sûriyê.
Navendê daxwaza rêzgirtina azadiya rojnamevaniyê û garantîkirina ewlehiya medyakaran û darizandina berpirsyarên binpêkirinan kir, û temîniya rêzêgirtina madeya 19’ê ya Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan kir, ya dibêje: “Herkes xwediyê mafê azadiya ramanê û derbirînê ye, tevlî azadiya nerînan bê destêwerdan, û wergirtina nûçe û ramanan, û weşandina wan bi her awayî, bêyî pabendiya bi sînor û coxrafya”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî