Monday, 04 December 2017 17:04

Raporteke Mafnasî: Kuştina Neh Sivîlan Heyva Borî di Girtîgehên Rijêma Esed de

Tora Sûrî ya mafên mirov di raportekê de duhî roja yekşemê gotiye ku kuştina neh sivîlan li heyva çiriya paşiyê bi lêdanê di girtîgehên rijêma Esed de hatiye belgekirin.

Tora navhatî di raporta xwe de gotiye ku di nav kuştiyan de du birayên hev hene ji bajarokê Elcîza yê parêzgeha Der'a ne, û yên din ji bajarê Cisir Elşixûr yê bi ser Idlibê ve û ji parêzgeha Dêrazorê û Himus û Qonêtêra û Hisiçe û Reqê ne.

Herwiha çend tawanên din di derheqa hemwelatiyan û biyaniyên li Sûriyê li ser destê çend aliyên leşkerî ji aliyê Tora navhatî hatine belgekirin, ji wan hin doxên girtina neyasayî û bidarvekirinên meydanî ku digehêjin astê tawanên dijemirov.

Hêjayê gotinê ye ku kuştina 996 sivîlan di nav wan de 211 zarok û 113 jin li tevaya Sûriyê li heyva çiriya paşiyê ji aliyê Tora Sûrî ve hatibû dîkomîntkirin, û Torê bal kişandibû ku bi rêjeya 80% ji kuştiyan li ser destê hêzên rijêma Esed û hevalbenda wê Rûsiya ne.

Tê zanîn ku Torê di raportekê de li 26'ê çiriya paşiyê her ji destpêka vê salê ve kuştina 10,034 sivîlî li Sûriyê tomar kiribû, û têde kuştina 24,746 jinan li Sûriyê her ji destpêkirina şoreşa Sûriyê adara 2011 û heta çiriya paşiya borî tomar kiribû.

Tora Sûrî, daxwaza raguhestina doseya Sûrî bo dadgeha tawananên navdewletî ji encûmena ewlehiya navdewletî kiribû, û daxwaza çesipandina sizayan li ser sercem fermandarên gomanên tawanên eşkencedanê li ser wan hene kiribû, û daxwaz kiribû ku rê bêne vekirin li pêşiya rêxistinên mafên mirov bo derbasî her cihekî li Sûriyê bibin.

Tora Sûrî di dawiya raporta xwe de daxwaz ji Rûsiya kiriye ku rê li pêşiya hewlên hêzên rijêma Esed yên ji bo têkşikandina rêkeftinên "kêmkirina tundutîjiyê" bigire, û herwiha rabe bi diyarkirina çarenivîsa 76 hezar girtiyê di girtîgehên Rijêmê de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Raporteke Mafnasî: Kuştina Neh Sivîlan Heyva Borî di Girtîgehên Rijêma Esed de